Muhammad Mamle

Baran Barane

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
57
Henasêk le min sozêk le şemal
Sebebkarî min bê be koy zûxal
Bê be koy zûxal yar
Baran barane rêze be rêze
Dayme çawêkim le rêy kerêze
Le rêy kerêze yar

Her dêt û derwa morem lê deka
Yarî çen sale haşam lê deka
Haşam lê deka yar
Baran barane debarê baran
Le çî degeray, le gulî beharan
Le gulî beharan yar

Detirsim bimirim be cwanemergî
Bîbem be jêr xak naley diltengî
Naley diltengî yar
Baran barane sehray kird rengîn
Yar xudahafîz be dilêkî xemgîn
Wergeram le dîn