Hassan Zirak

Helam Helam Helame

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
25
Pêm megre pelp û byanû
Xoşe qisey keybanû
Le der û jûr dilit xoş bê
Lêt razî bê keybanû
Helam helam helame şîrîn deçte helame
Were lew desrey destit de were kifnim temame*?

Erê bazî yane şimqarî kotrî le sîley carî
Ba leser to bimkujin wek kabray le bazarî
Helam helam helame şîrîn deçte helame
Were lew desrey destit de were kifnim temame

Erê gulet pêy kirdim buxtan
Bo to dil bû sergerdan malî gulet bê wêran
Delêm destim desto ke kurtê gyan hemû şewan
Helam helam helame şîrîn deçte helame
Were lew desrey destit de were kifnim temame

Erê ne diroye û ne buxtane
Bew xudayey bê mekane
Dujmin malî wêrane
Awrî le min berdawe jinî guley mêrdane
De were de were ba cût bîn ta sibeynê ew demane
Helam helam helame şîrîn deçte helame
Were lew desrey destit de were kifnim temame

Erê hey malê babim kalê kezyet bendî reşmalê
Sê gez be gezî kurdî baskim lew gerdinit halê
Pêm ’eyb û pêm îrade lebot bikem [male û] malê
Helam helam helame şîrîn deçte helame
Were lew desrey destit bimirim kifnim temame
De were kifnim temame

Erê hey rendî malim rendî
Sîngit karxaney qendî
Beynella rend û mendî
Şewê gyane tûşî bûm girtim zor be dilbendî*?
Pêm gut*? gule lêydawî leser çîm lê dilmendî
Were were ba cût bîn sîngit karxaney qendî
Helam helam helame şîrîn deçte helame
Mero lew desrey destit bimirim kifnim temame
Bo to nemawim ame

*?= ew beşaneman bo sax nebuwetewe, tikaye eger deyzanin le rêgey beşî "raportî hele" bomanî binûsin.
Zor sipas