
Malit wêran bê şewe boç minit nebirdewe
’aşiqî çawî tûranim biroy pêwestin pêkewe
Ba leser to bimkujin wekû sedir û pêşewa
Le bokan le darim den wek şêrbegî yek şewe
Tûran yane bimkuje û yane regelim kewe
Hem narince û hem bêye malyan leser xirêye
Dostî gewrem tûrane û çawî rastim xecêye
Ber derkî male tûran postî gwêçkederêye
Be derkêyda rabirdim daykî berokî girtim
Xuşkî pelpî lê girtim
Tûran girûy lê girtim
Bo kirasî daydire mirdim
Hem narince û hem bêye malyan leser xirêye
Dostî gewrem tûrane û çawî rastim xecêye
Ber derkî malêy şêwa postî gwêçkederêye
Bejnî şûş û yek tîşe
Cwane delêy qamîşe
Şîrîne wêney kîşmîşe
Mal le sarûqamîşe
Tûran girûy lê girtûm
Kirasî fermû danîşe
Lebo tûranî dekirim
Kirasî fermû danîşe
Hem narince û hem lîmo
Birader gyan be mergî to
herkes etoy nedamê
Webalî minî be estoy bo
Sablax kûçe be kûçe bokan mûçe be mûçe
Hemûy be qurbanî bê taku dolî qurûçe
Nazanim kamyan maç kem lew bêwejin û lew kiçe
Hem narince û hem bêye malyan wey leser xirêye
Nemawim bo tûran gyan dostî biçkolem xecêye
Ber derkî male tûran meraxe û caderêye
Desmal herîrî dûber mêrdit kird xakim weser
Eger hez dekey nemirim kiçê bimşêle reş esmer
Le dway balay toye gyan le sablax bûm derbeder
Hem narince û hem bêye malyan wey leser xirêye
Dostî gewrem tûrane û çawî rastim xecêye
Ber derkî male tûran postî gwêçkederêye