
Le ser arêzewe ba birwanim
Bonekey xoşe egate gyanim
Qîblekem şarî siney serberzim
Xawenî şore cwanî terzim
Qîblekem şarî kizî mil be kwên
Gorî pîrozî şehîdan le kwên
Ba biçim deste golî lê danim
Dilî damawî le ber pê danim
Gulebaranî gilî simko* kem
Gilebananî dilî pirso kem
Çepke şê’rêkî bilêm bo simko
Ta wekû derdî giran bêtewe so
Hey lê hey lo hey lo
Kurdistan bimirim bo to**
Çawî rastî me: gîvaray kurdî
Xozgeman pêt ke be merdî mirdî
Qareman tacî serî şêr pyawan
Nawî to buwete sirudî lawan
Bê to bê babe hetîwî senger
Bê wirîşaneweye agirî şer
Kore kursanî be ’eşqî meyman
Hemû gyanyan gir û soze û peyman
Le bin ew agire siklî sûrin
Meşxelî nûrî berew rêy dûrin
Jîlemoy bê gire pir sewdaye
Agirî sûrî le bin serdaye
Hey lê hey lo hey lo
Kurdistan bimirim bo to
Gyan girdî seywanî sine kuçke reşe
Qîblegay her delê wa çarereşe
Azyetî çarereşî kuçkereşî
Ya wekû remze le bo çarereşî
Swênd be xwênî geş û sûrî dilî to
Le cyay dest û çekî jêr gilî to
Be hezaran hezar dest û tifeng
Hel egirsênînewe agirî ceng
Ta egeyne ewî rojî wala
Şenge bala bişekênin ala