
Koç
Witî role
Madam sûrî leser sefer
Biro koç ke
Be hîway xoşbextît biro
Ke deroy
Rojî royîn û wênakirdinî azarî ledaykibûn û
Firmêskekanî daykîşt
Ke ruxsarî serînekey deşûşt lebîr bê
Le dway maweyekî dûr û dirêj
Katêk be birepareyek yan zyatir degerêytewe
Nelêy ewey hênawme bayî qetre eşkêk nîye û
Neroy be dway daykêkda ke çeşnî mom tuwayewe goristanekan bigerêy
Role xak namûse role!
Xak dayke!
Toş hemûman becê dêlî!
Min û xak û nîştîman!
Biro koç ke!
Umêdewarim xoşbext bît