
Eşê tarîkî û tîşkî xor beyek bigen
Eşê zewî û sîney asman beyek bigen
Eşê qutbî serû û xwarûş beyek bigen
Belam hergîz naşê min û xoşewîstim beyek bigeyn
Eşê ehrîmen beheştî xway berkewê
Eşê rûbar rû le hewraz bê û serkewê
Eşê mem zîndû bêtewe û leser sîngî mem bisrewê
Belam naşê carêk tir minî dildar bigem bewey xoşim ewê
Renge kiçe dirawsêkem
Ya ew kiçey emro, sibey
Elqey min ekate pencey
Wa têbga
Pelkezêrîney honrawe bo kemerey ew rêk exem
Bo ew toqey zêrînî xor
Le pirçî reşî şew edem
Neyzanîwe honrawey min bo kesêke
Kase xoşawêk bû, rija
Çepkêk bon bû
Be nwênî kesêkî tira helpija