
Na meço, cwanê meço, wawe meço?
To firîwî zêr û zêwî wan mexo
Ew hewesbazane cêy mitmane nîn
Her dezanin gulçinîn û beyrnîn
Wa were dey wa were nêzîk be lêm
Bimdeye mey bimdeye mey ta delêm
Gwêm deye ey dîdemestî qît û qoz
Ta binalênim wekû bilwêr besoz
Nabê qet naley cudayî bê eser
Ca çi ney bîka çi pyawî derbeder
Nabînim xak û wilat û şarî xom
Nabînim cêjwan û kewne lanî xom
Çon nenalê ew dile engawteye?
Berd le berdî bêtewe dengî heye