Nasir Razazi

Ca Çon Negrêm

By: Nasir Razazi
Dialect: Sorani
274
Be umêdê min û to key felek çerxî rewa laçê
Le beyna xofî exyar û le lêwit min bikem maçê
Ca çon negrêm* nenalênim firmêskî çaw nebarênim
Ke wa royî becê hêştim dezanim hetmen namênim

Leber te’sîrî dû lêwit bisûtêt û lepir belkû
Birînî cergî pirxiwênim legel ew merheme daçê
Ca çon negrêm nenalênim firmêskî çaw nebarênim
Ca çon negrêm nenalênim firmêsk û xwên nebarênim
Ke wa royî becê hêştim dezanim hetmen namênim
Ke wa royî becê hêştim hetmen dezanim namênim

Ke çî ’umrêkî pir’êşe esîrî bendî em derdem
Belam çî çare kem qurban le dil nêjrawe dernaçê
Belam çî çare kem kejal le dil nêjrawe dernaçê
Ca çon negrêm nenalênim firmêskî çaw nebarênim
Ke wa royî becê hêştim dezanim hetmen namênim

Desa her kes ke hez naka min û to des le gerdin bîn
Felek tîrî le cergî da leqî mîhnet be sikya çê
Ca çon negrêm nenalênim firmêsk û xwên nebarênim
Ke wa royî yarî cwanim dezanim hetmen namênim
*= negryêm
Honrawe: mela husên qelaşêxanî?