
Jûrim tenya û dinyay ber pencerey jûr
Be çwardewrî baxçey koşka, heta dûr
Daristanî serwe û sinewberî sewz
Şew rûnake û çawim yaxî le wenewz
Ey bulbulî şebeqî şew! bixiwêne
Hestî cwanî peristîm burûjêne
Ba be zebrî mestîm be awazey nwêt!
Wêlî daristan bim katêk: xelk enwêt!
Eger ’eşqî huner, wek to, ey bulbul!
Lenaw regma legel xwêna bida pil
Minîş wek to, xewm exeme jêr pêm
Dêm be çirî daristana egerêm
Eşêlim gyay bin darî nuqmî awing
Bay daristan lerzên emjim pirbesing
Be şepolî gelay sewza ke rwanîm
Sozî lerey nwê eçête goranîm
Wek şûşey ’etir wişekanî helbestim
Egirin bonî gulî leylaxî destim
Eger ’eşqî huner, wek to, ey bulbul!
Lenaw regma legel xwêna bida pil
Minîş wek to, xewm exeme jêr pêm
Dêm be çirî daristana egerêm
Jûrim tenya û dinyay ber pencerey jûr
Be çwardewrî baxçey koşka, heta dûr
Daristanî serwe û sinewberî sewz
Şew rûnake û çawim yaxî le wenewz