Amin Gardiglani

Birîn

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
233
Birîn
Takû çek bîken le kurdistanekem gêrey birîn
Pir debê asmanekem bê şik le estêrey birîn

Gulle ta zyatir regajo kat le goşt û êskima
Geştir û çirtir debê em pîre zenwêrey birîn

Xwên delênin deşt û şax û mal û kolan û şeqam
Bist be bist derwên leser em xake şillêrey birîn

Takû derya lûşerî cestem bê wîşke swêtre
Cergî debirim bew kifarey rondike swêrey birîn

Boye çêşkey şilkî wek "aylan"y pê qût nadrê
Qurgî girt xwênawî xestî pir kef û lêrey birîn

Gir dehawêjê qemoçkey girpijênî dij rewên
Mêşk û sîngî şewperist amance bo sêrey birîn

Xîretî şengal û kobanîy le dilda kowebûn
Gişt cîhanî raperandin zayeley çwêrey birîn

Takû qûltir bê birînim piruze û aşqitrim
Ba leser singim çekî dinya biken gêrey birîn

Ferhenogok:
Wişkeswê: zor tînû, sîwişke.
Rondik: firmêsk, esrîn.
Çêşke: çêşte.
Lêre: ziniçkaw.
Qemoçke: zarkî girpijên.
Çwêre: qîje û hera, hawar û giryan