Amin Gardiglani

Paradoks

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
224
Paradokis
Gişt zimanin zûreye û zû zû qisey nask dekeyn
Bo firîwî yek, dem û rû dîlî jêr mask dekeyn

Fêrî çal û kendelan û bûdir û gorî reşîn
Dem ke debzêwîn keçî basî çya û bask dekeyn

Nêr û mêman zigpirî qîn û temahin boye wa
Dewruberman pir wiçey daxe û le pesta sik dekeyn

Ême dîlî destî gêj û ferteneyn û dûre rox
Pişt û pêman lêy bira hêz û meley bask dekeyn

Rê, le rûman şermezare û çokî nasîwîn zewî
Kîsel’asa rê dekeyn, hawrêyetîy ask dekeyn

Darî qirçokîn û destemlanî hajey bagerîn
Malî dilman şûşeye û yarî be qelmask dekeyn

Gerdelûlî serkeşîn û lafî şîba lê dedeyn
Xunçe gul perper dekeyn, lay laye bo lask dekeyn

Bawî emron dû zimanî û fêl û dûrûyî û diro
Gişt zimanin zûreye û zûzû qisey nask dekeyn