
Tan û po
Xor ke dîtit roj û şew bê oqre hatuçoyetî
Tasebarî şîlemaçêkî demî asoyetî
Gul le gil derwêt û ’etrî pêşkeşî şewba deka
Tîşkî xor û eşkî baranîşe reng û boyetî
Gwê le haje û wîrewîrî rohî befraw ragrî
Têdegey bo hatuço bêhûdekey roroyetî
Jînî kurt û pîrednya rojî reş kirdîn, keçî
Gyanî bê hîwa be hîway manewey emroyetî
Ew giley wa dem le jîna sed dilî bo kirde xwên
Laşexorî her deme û naxî reşî gilkoyetî
Gyan ke naskitir le dawî wirdî calcalûkeye
"tan"ekey awat û ’eşqe û xoşewîstî «po»yetî
To minî min tom le qurgî kanîyêkîş helqulayn
Gyanî nasazit keçî her min min û to toyetî
Bo le dûy hokarî wêranî miro dexulêtewe
Dexil û dan û awir û xermanekeş her xoyetî?!
Dêy be şilkî û hejgelî katê le dinya derdeçî
Debye girpe û dwa pişûşt dûkel û bosoyetî!