Amin Gardiglani

Yelda

By: Amin Gardiglani
Dialect: Sorani
248
Kone rêbwarî riçey sext û çirî yelda minim
Badewey dem batezûy serd û sirî yelda minim

Şew depêwim şew heta katî ledaykibûnî xor
Şête çawerwanekey rêgey çirî yelda minim

Solesolî çawî estêrey beyan bangim deka
Çunke sûtawî çize û şoley girî yelda minim

Rohî payîzim gela firmêskî çawanî minin
Qetre awingî tezîwî dilpirî yelda minim

Berberoçkeş xewne bo korpey kesîrey arezûm
Rûtelokî bê pesîwî cilşirî yelda minim