Rafiq Chalak

Ke Dîm Aloze Çawî - Bê Mosîqa

By: Rafiq Chalak
Dialect: Sorani
223
Ke dîm aloze çawî, zû witim: em fîtne helbeste
Witî: caran eto etut be min: kem fîtne hel beste
Be sûtin çim, gilem nebuwe le derdî serdî mîhrî to
Min û şikat?*? witî: gwê nagirim lem fîtne helbeste
Be xeyrez şukir, eger şikat* le cewrî to bikem* , siplem
Witî: haşa, ezanim em reqîbem fîtne helbeste
Be cêye kuştinim, sûtandinim, xakit be ba bo dam?!
Witî: ahengî ’îşqî min meqamate legel beste
Be zulfîda helawesrabû dil ’umrê* be sed amal
Nîgahî wek ecel hat û witî tûlî emel beste
Qeza bê destelatit ka, çye xeyrî reza çare?
Le ber destî celada rêwyêke şêrî pelbeste
Be xo kuştin necatî xo bide mehwî wekû ferhad
Le zorîy qehremanî ’îşq, her ecel beste
Honrawe: mehwî
*= le honrawey şa’îrda ew beşane be şêwey "şekwe", "şekwem", "bibê" û "’umrî" hatuwe.