
Mirdine bê to jyanim zîllete bê to ’îzzetim
Derde xorakim le dway* to zehre bê to şerbetim
Toş wekû min qur epêwî* ger bizanî ’îlletim
Wêlî sehrakey nehatî xurbetî pirmîhnetim
Îrsî mecnûne xelatim leylekem win kirduwe
Role xem dewamî zore zû erwa le dil seyr û sefa
Ulfetim girtuwe legel* ’îllet nîye çare û şîfa
Berd ebarênê be serma çerxî bê rehim û wefa
Newnîhalî ehmedî bû serwî qeddî mistefa
Zû beserçû çî bikem hukmî qeder way kirduwe
Gyane çîm le cah û hurmet û îqbale boçîme heşem
Wek cehennem waye cennet wey le gulzarî îrem
Qet nîye û nabê fereh bê to heta rojî ’edem
Dil le narî fîrqetit wek xunçe teng û pir le xem
Kwa nesîmî wesfeket xoy bo heşir helgirtuwe
Kwêstanan xal xal gyane befrî naçêto
Leylê torawe hawar aştî nabêto
Ay xaley rêbwar xale rêgakem dûre
Menzil kwêstan hawar twêşû zerûre
Xalo xalo xale xaley tifeng le şan
Be germyan eroy xale yane bo kwêstan
Ger bo kwêstane xale minîş dêm le dût
Helse ba biroyn xale herdûkman be cût