
Çîye ey gul ke rengit êste sûre
Çi wextî şadî û ’eyş û sirûre
Perit bo al û rengîne* beharan
Dur’efşanin le qetrey awî baran
Meger hîsist nîye takû bizanî
Le xakî kê rwawî boye cwanî
Eto nayzanî* bo çî al û sûrî
Le bezma mayeyî keyf û sirûrî
Ke wa bû êste ey gul to bizane
Ke sewzîy to* le xakî dilberane
Leser xakê binî rîşet ruwawe
Be cergî ’aşiqana daxî nawe