Benam Tahiri

Estêre

By: Benam Tahiri
Dialect: Sorani
191
Dilim mekoy ’îşqî yare
Le dûrîy dil birîndare
Şew û roj dil denalênê
Were bitbînim emcare

Serim sûrmawe lem kare
Çend bêwefaye em yare
Be şwênîda sergerdanim
Xerîb mawim min lem şare
Were were taqe yarim
Estêrey şewgarî tarim

Her katê yarim debînim
Sarêj debnewe birînim
Satê birwane halî min
Ba bes bê nale û girînim

Be sergerdit ser û malim
Le dûy to şêt û ’ebdalim
Be tînî agirî dûrît
Wek perwane sûta balim

Were were taqe yarim
Estêrey şewgarî tarim