
Axir em dilem boçî eşkênî?
Xo berd nîye le şûşe eçê
Em rohem boçî be qurban ekey?
Her le kotrêkî birîndar eçê
Rojê hezar car le dewrit gerê
Her wa ezanim beyanî zuwe
Ba hemû şewê şewî yelda bê
Êşkit bo degirim be dem xewewe
Min be dyartewe ser sipî ekem
Heta ew satey xewnî tom hebê
Takû temenim bikşê berew jûr
’eşqit terzeye û be naxma eçê
Wa mezane min mat û bêdengim
Gwaye ’eşqî tom bîr çûbêtewe
Çiroy awatim heta zerditir bê
Ta dê ’eşqî to sewz eçêtewe
Min be dyartewe ser sipî ekem
Heta ew satey xewnî tom hebê
Takû temenim bikşê berew jûr
’eşqit terzeye û be naxma eçê