Nasir Razazi

Nazanim Le Kê Pirsim Ew Gule Mîwanî Kêye

By: Nasir Razazi
Dialect: Sorani
291
Leber ew kiçe reştale qedî delêy şimşale
Pirsî şêx û melam kird maçî bo min helale
Awrî le min berdawe naskê daykî mindale
Pêm gut awêzanit bim memkit wek pirteqale
Erê wey nazanim nazanim nazanim le kê pirsim ew gule mîwanî kêye
Erê wey mindale û zor nefame dayme leber derkêye
Erê bangî ken bête derkê karî mexsûsim pêye

Erê wey leber derkîyan dare hencîre yan henare
Leser balay lêw’alê ba bimden le sêdare
Şerte takû nemkujin deshelgîr nîm lem kare
Awrî le min berdawe memkî wêney henare
Erê wey nazanim nazanim nazanim le kê pirsim ew gule mîwanî kêye
Mindale û zor nefame dayme leber derkêye
Bangî ken bête derkê karê mexsûsim pêye

Erê wey wey...
Ew qur’aney bitgirê hênat lêkit kirdewe
Sê car destit pêda da bo mizgewtit birdewe
Boxot keyfim bo dekey be gerdinî zerdewe
Eminit malwêran kirduwe be dem dax û derdewe
Erê wey nazanim nazanim nazanim le kê pirsim ew gule mîwanî kêye
Mindale û zor nefame dayme leber derkêye
Bangî ken bête derkê karî mexsûsim pêye
Zêrî hejde ’eyare demançey kelekêye
Awrî le min berdawe şoxe gware le gwêye

Deway derdekem ayşê nalçey zêrî le kewşê
Awî gulan dedêrê mandû buwe destî dêşê
Hey ziryan xecalet bî toz le yarim nenîşê
Piştiwêndekey şil buwe loyekî le dûy dexşê
Nazanim nazanim nazanim wey nazanim lêm têkçuwe yarim le kwê mîwane
Sebaret be yarî xom awedan şarî bane
Pêm gut awêzanit ta sibeynê ew demane
Qewlit be min dawe naskoley bîçkolane