
Kaley şemamebendî hey xurî koste û kerêzê
Kîjê sebrêkim lê gire helt degirim payîzê
Debarê hey debarê debarê befir û baran
Taw le kulmanî nada hey leber sêberî gwaran
Şedey bestuwe biryanî desrokey kird xêlekî
Nawêrim nêwî bênim hey leber zimanî xelkî
Sablaxim be dem firoşt bo gul û gware û mêxekî
Debarê hey debarê debarê kirêwey deka
Leser sîngî kejalê xale û bangî xal deka
Ke to rehimit nemawe dil desûtê wek qawe
Kafir bê dîn û îman bo eminit wa danawe
Çen sale yarî xom bûy boçî netkird malawa
Debarê hey debarê debarê kirêwey deka
Leser sîngî kejalê xale û bangî xal deka