Ata Qaradaghi

Dûrî

By: Ata Qaradaghi
Dialect: Sorani
202
Çend dûr bim lêt belam dilim her lelate
Şew û roj xeyalim le dewrî balate
Çî bikem dilişkawim be yadî to mawim
Her şewê bîrit kem ta seher giryawim

Be corê bîrit ekem wa bîrî kes nakem
Tenha xoşî û şadît le xwa temena kem
Le payîza roştim be behar dêmewe
Hez ekem cwantirîn gulit bo bênmewe

’ezîzim dabranim le to mehale
Ezanim toş be dil her way lew xeyale
Wek payîz û gela, wek hengezerde û gul
Qet bê yek helnakeyn xoşim ewêy be dil
Çend dûr bim lêt belam dilim her lelate
Şew û roj xeyalim le dewrî balate
Çî bikem dilişkawim be yadî to mawim
Her şewê bîrit kem ta seher giryawim