Shahin Talabani

Xozgem Be Carî Caran

By: Shahin Talabani
Dialect: Sorani
242
Xozgem be carî caran le deşt û le hewaran
Lêwim be pêkenîn bû cem bûm le korî yaran

Yar le dûrewe dehat xulyay dîdarî ew bûm
Lêm zîz debû etora, dêwaney toranî bûm
Dax ekem ’umrî lawîm beser çû
Pîrî hat û cewanîm beser çû
Hêzî gyan û heway dil nemawe
Serdemî herzekarîm beser çû

Hêşta be yadî yarim eçmewe bo cêjwanan
Serxoş ebim le yadî deçmewe carî caran

Firmêskim wekû rûbar esrîne û esrînbaran
Xeyal û bîrim erwa bo deşt û kêw û şaran
Dax ekem ’umrî lawîm beser çû
Pîrî hat û cewanîm beser çû
Hêzî gyan û heway dil nemawe
Serdemî herzekarîm beser çû