Shahin Talabani

Ay Sûtam Bo To Sûtam

By: Shahin Talabani
Dialect: Sorani
230
Be ’eşqî to zamdarim ’îlacî dilekem çî bê
Ke to derman nebî bom deway derdekem çî bê
Werin seyrî cwanî û bejin û balay yarim ken
Beşer bem şêwe nabê axo qesdî xwa çî bê
Ay sûtam bo to sûtam
Sûtam û bêtawanim
De were derdit le gyanim
Carê tir bitbînim ewsa ba derçê gyanim
Carêkî tir bitbînim ewsa ba derçê gyanim

Min le dûrî to daym şîn û zarîm kirduwe
Wêlî kêwan, leser to terkî şarim kirduwe
Bew dilet qesem ke zor bêrehme derheq be min
Şew leser qewlit ta roj întîzarim kirduwe
Ay sûtam bo to sûtam
Sûtam û bêtawanim
De were derdit le gyanim
Carê tir bitbînim ewsa ba derçê gyanim
Carêkî tir bitbînim ewsa ba derçê gyanim

Xunçey pêkenîn leser her dû lêwim jakawe
Awazim xemgîn û her dû dîdem bot xwênawe
Xot ezanî bergey satêkî dûrît nagirim
’eceb mawim ke mawim, boçî bê to namirim
Ay sûtam bo to sûtam
Sûtam û bêtawanim
De were derdit le gyanim
Carê tir bitbînim ewsa ba derçê gyanim
Carêkî tir bitbînim ewsa ba derçê gyanim