Khozga Azad

Ey Mutrîbî Herîfan

By: Khozga Azad
Dialect: Sorani
206
Dilî birdim be naz û ’îşwe dîsan şoxî ’eyyarê
Firîwî dam be sîhrî çawî xoy mehbûbî sehharê
Le hîcrana teqim kird ey refîqan kwa mededkarê
Eman mirdim ’îlacê sa le rêy pêxembera çarê
Wîsal, ya qetil ya teskîn, le her sê bom biken karê

Ey mutrîbî herîfan des ke be nexmexwanî
Awazî toye bo dil wa defi’ eka xemanî

Le rêgey ’eşqewe daynaye pêm zincîrî mecnûnî
Le destim çû rumûz û danîştin* û fehmî felatûnî
Weku şexsê ke zarî ka le dewrî* dujminî xwênî
Le kuncî sîne dengî ay û oyî dil dê be mecnûnî*mehzûnî
Wêran bê nemdî satê lêy neye naley birîndarê

Bezimit şîfaye sa dey bom lêde be ’ûd û ney
Ew derdey dil heta key çî mawe ’umrî fanî
Honrawey meqam: şêx rezay talebanî
*= ew beşane le honrawey şa’îrda be şêwey "le destim çû rumûzî danş û fehmî felatûnî", "cewrî" û "mehzûnî" hatuwe.