

Male babim bêwefa
Sebirim nema ta key cefa
Sîngî baxî ba sefa
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim
Derdî ’îşqim karîye
Wa xwên le çawim carîye
Min beşim xembarîye
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim
Ey gulim ey lalerû
Ey bulbulî dêwanexû
Bê sebeb şeyda nebû
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim
Naleyî ’îşqe beşim
Min ’aşiqî çawî reşim
Zîze yarî mehweşim
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim
Tale bê to jînî min
Tuxda were ser dînî min
Melhemî ke birînî min
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim
Şêtî tenya xalekem
Xapûre bê to malekem
Dulberî çawkalekem
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim
Meylî to luqmanme
Jînit henasey gyanme
Xendeket dermanme
Lêm zîze lêm zîze çawciwanim
Gewherî yek daneye
Dem qend û rû mahî tabanim