Nasir Razazi

Meqamî Maçî Şîrîn

By: Nasir Razazi
Dialect: Sorani
237
Gyane be mindalî le lêwî alî tom estanduwe maçê
Be pîrîş lezetî ew maçe şîrînem azîz lebîr naçê

Erê gyane dîdem hawar hawar hawar hawar ax
Deka gîrodetir pîranî dilter ew kiçe kurdey
Biçête mekteb û biskî be modey taze helpaçê

Xem û derdî zemane pîrî kirdim wişk û bê zewqim
Ke însan* wişk û bê zewq* bû le naw xelkî debê laçê

Le goşey bêkesîda êste wa dilteng û xembarim
Nîye bakim eger malim be carêkî be qurda çê

Beşî kurdêkî zana lem wilate meynet û derde
Ewey netwîst bilê rebbî be derdî kurdî zana çê

Le naw bazarî ewrokey edebda şê’rî to hêmin
Wekû parey çirûke
Wekû pûlî çirûke hîç rewacêkî nîye, naçê
Honrawe: hêmin
*= ew beşane le honrawey şa’îrda be şêwey "şa’îr" û "şor" hatûn.