Nazdar û nazenîne
Şox û şeng û şîrîne
Le dûrî balay toda
Dîdem xerîk girîne
Heyfe yarim mindale
Wey wey mindale
Lêw’al û lîmokale
Belam berze wek ala
Esmere lîmokale
Esmere dîdekale
Dêwaney kirdim wela
Gerdin pir wirdexal
Gerdin pir wirdexal
Heyfe yarim mindale
Wey wey mindale
Lêw’al û lîmokale
Çaw estêrey beyane
Neşmîl ta bilêy cwane
Emşew şewe dûmane
Yarim lelam mêwane
Heyfe yarim mindale
Wey wey mindale
Lêw’al û lîmokale
Des dere qanûn û ney
Ta bom bilê yek ay ay
Xem le dilim bikem der
Min bot elêm yek qetar
Heyfe yarim mindale
Wey wey mindale
Lêw’al û lîmokale
Ay ay: core meqamêke zortir le nawçey germyan degutrê.
– em meqame yekêke le hewa kilasîkîyekanî goranî kurdî awazêkî kon û folkilore, xawenî awazeke wine nazanrê kê daynawe, buwe be «kelepûr» le gencîney goranî kurdîda em hewaye le nexmey «beyate» honrawey folkilorî nîwdêr debrigeyî pêwe degutrê, be honrawey hunerî danrawî nêwdêr «de birgeyewe degutrê, siruştî em awaze xemîn û soznake honrawey xomalî kurdî (deka) sêlayî çi beşêwey «goran» ya be zarî «soran»y pê degutrê goranî bêj, le seretay dest pêkirdinî em meqameye benexmey wişey «ay ay» û «dîdem ay» deçête naw meqameke.
– meqamêkî dilgermî û sergermîye honrawey «nîştimanî» û «sitayş» y pê degutrê, le perdekanî em awazeda «soz» û «sikala» û «ewîyn» û «awatî» tyaye kispe û kovanî jyan û gyanî konî kurdewarî têkelawe, newayekî nask û fênk derjête «dil» û mêşkî gwêgrî kurd. em meqame ke boyekem car tomarkirabê bedengî mamosta «’elî merdan» bû beşêwey bacelan. (ferhengî şêxanî)
Qetar: şêwemeqamêke le meqam kurtitir.
– hewayekî kilasîkî goranî kurdîye, awazî kon û kurdîye, danerî awazekey nazanrê kê dayhênawe, kelepûrêkî hunerî benirxe le gencîney goranîy kurdîda, nexmeyekî soz û ewîn û dildarî û cwanî girtuwete xoy, sikalay derûn û cwanî afret û siruşt û janî naxî mirovî kurd bas dekat, em meqame betenya kes dewtirê, belam kesî duwem gwêndeyekî tir detwanê beşdarî witnî bikat û goranîyeke le gwêndey yekem werbigrê, honrawey dû balî nîwdêr derbirgeyî em meqame taybete be mîlletî kurd, bezarî kirmancî xwarû qetar awazêkî soznak û dilkêş û gulbanke, em hewaye leser rîşey nexmey hîcaz serî heldawe (sey ya qûdelî) (xanebeg wewsewt wew riqetar) û ’enber wew awaz seday tarewe (ferhengî şêxanî)