
Dwênê dîm le rêy kanî destim bird bo memkanî
Pêm gut ’aşiqî balay tom cwanê bo be derdim nazanî
Fermûy emnîş be dilî tom gyane çun ’aşiq û malwêranî
Oxey oxey kîjolê balaberz nerim û nolê
Birîndarî tîrî tom gyane xwên le birînim deçorê
Rawesta le heywanê lew heywanî çwargoşe
Bexom nê men’im meken gyane kin lêw’alêm pê xoşe
Sale be daymey xuda gyane bo wî ew dilem le coşe
Oxey oxey kîjolê balaberz nerim û nolê
Birîndarî tîrî tom gyane xwên le birînim deçorê
Serê ke mestî nazim dilê ke bot nemawe
Dilim heqî be deste gyane fitway serî dirawe
Hew salan yarî min bûy cwanê boçît nekird malawa
Oxey oxey kîjolê balaberz nerim û nolê
Birîndarî tîrî tom gyane xwên le birînim deçorê
Birîndarî ’îşqî tom gyane xwên le birînim deçorê
Singit befrî qendîlî be şiney şemal detwawe
Çi le xom şik nabem gyane leser çî dilit êşawe
Dwênê ke yarî min bûy cwanê boçît nekird malawa
Oxey oxey kîjolê balaberz nerim û nolê
Birîndarî tîrî tom gyane xwên le birînim deçorê