
Dey malê babim nesrîn danîşe têr têr bigrîn
Malwêran kuryan bimrê bêhûde lêkyan kirdîn
Ey şewê takû beyanî baskitim bo bike be serîn
Derdî le malî dinyam keleget û xwênşîrîn
Çendey lê paramewe awrî lê nedamewe
Ew awrey lêy damewe kewtim helnestamewe
Nexoş û derdedarim lêw’al bêt be lamewe
Dey malê babim nesre min dîm bew demî ’esre
Pêm gut awêzanit bim xerîbim meke xedre
Xizmîne memken lome şîrne be wêney şekire
Awrî le min berdawe sed maşela be mekire
Malê babim nesrîne cwane û xwênî şîrîne
Beyn û beynella waye mîslî kolkezêrîne
Awrî le min berdawe leser çî lêm be qîne
Awrî le min berdawe wek kotrê serbal şîne
Nesrîn zor mezedarî delêy denkî henarî
Awrit le min berdawe leber çî lêm bêzarî
Pêm gut awêzanit bim sewzî wêney xeyarî
Çendey lê paramewe awrî lê nedamewe
Ew awrey lêy damewe kewtim helnestamewe
Min nexoş û derdedarim lêw’al bêt be lamewe
Le dûrî balay lêw’al bê duktor detlamewe
Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye!? ramjêne bilê mindale
Ger bû yekcarî qise kird bimşêle bilê bêhale
Leber derkîyan dare hencîre yan henare
Leser balay lêw’alê ba bimden le sêdare
Şerte takû nemkujin deshelgir nîm lew yare
Şew û roj leyl û nêhar dil bo to bêqerare
Yarî xom lê torawe le min reş bû henawe
Kelekey çepim kune lêw’al be mist lêydawe
Pêm gut nabî be yarim xudahafîz mal’awa
Mangî çarde ew kiçey dî xecalet bû gerawe
Bot delêm toze toze hewrît le milan aloze
Leber daykit nawêrim lêt bikem cêjne pîroze
Baskim we jûr serî da cehendem deşkêt goze
De were de were ba cût bîn bew germa û tep û toze