Jalal Said

To Belênîm Pê Bide

By: Jalal Said
Dialect: Sorani
189
Key dêtewe wa salêkî gewre û giran beser dûrîtda têperî
Payz hat û gela werî
Ey kiçî wilatî befir min amadem bo kiçêkî wek to perî
Hewar hewar şwên pêy karwanit helgirim bibim be kure koçerî
Min helwedam bo kiçêkî wek to perî
Şwên pêy karwanit helgirim bibim be kure koçerî
Her dêytewe to rahatûy ew hewaye û kwêstaney
To koçî wilatî befrî
Ke dêytewe bêgumanim êstaş le caran cwantirî

Ey kiçî wilatî befir min ewşew xewm pêtewe dî
Le xewma bibûy be perî
Wek firîştey berg sipî hatîye xwarê be kipî
Perîzade ey dem û çaw firîşteyî
Salêk royî wela hewalêkim pê negeyî
Salêk royî hewalêkim pê negeyî

To belênîm pê bide ta min berew jwan bibmewe
Bimdeye maçêkî ter lew lêwe ta cwan bibmewe
Bimdeye maçêkî ter lew lêwet min cwan bibmewe

Şengebêrî bisrewe firmêskî bê şwanît îtir
Renge êstêş lew çya û zozane bo şwan bibmewe

Destî lerzokim heta têydaye hêzî beyguşîn
Lêm gerê tawê le baxî sînet mêwan bibmewe

Min gulî ser gorî awatî lemêjînem belam
Rêjnêkim lê bida pêm waye bo rwan bibmewe
Şêxî sen’an bo kiçî gawir le îslam wergera
Min xerîkim bo kiçe kurdêk peşîman debmewe*
Honrawey goranî: hêmin
*= le honrawey şa’îrda em beşe be şêwey "min xerîkim bo kiçe şêxê pejîwan bibmewe" hatuwe.