
Le dûrewe nawit bîstûm
Naşareza xoşt wîstûm
Gwaye legel şê’rekanma zor jyawî
Şewehay şew;
Tezûy şîrînyan pê dawî...
Netnasîwim;
Birwa bike netnasîwim...
Ew cîhaney to etewê
Hergîz lay min dest nakewê
Cîhanî min hemûy xeme
Zerdexeney yekcar keme
Saqîya! wa badewe, wa badewe
Rû le lay min ke be camê badewe
Muşterî wek min le meyxanê kemin
Zorbeyan şad û bekeyf û bêxemin
Mey herame bo sehende û bêxeman
Mestî bêxem bo çî bigirin êxeman?
Jyanim bê mey pir derd û xeme
Saqîş derbarey min meylî keme*
Em şerabe ale* dermanî xeme
Lêy heram bê her kesê* derdî keme
Jyanim bê mey pir derd û xeme
Saqîş derbarey min meylî keme
Em şerabe ale bo bêderd nîye
Lêy heram bê her kesê* reng zerd nîye
Jyanim bê mey pir derd û xeme
Saqîş derbarey min meylî keme