
Temenim roy le xurbet û le xemda
Tiruskey bextî min win bû le temda
Gulî baxçey jyanim yek yek werî
De derkewe estêrey bextewerî
Daruberdî em xurbete be carê
Bo dilî min her xemyan lê debarê
Xewnekanim hîwakanim têperîn
Wekû gelay zerdî xezan helwerîn
Baxçey serim sipî bû be befrî xem
Şûşey dilim daypoşî henasey tem
Min temenim bo rûnakî to sûtand
To momêkit bo dilim danegîrsand
Keçî hêşta serim pirî ’îşqî toye
Dil agirdanî pir gir û pişkoye