Tirifa Amiri

Lengo Yar Peyda Nabê Û Gelo

By: Tirifa Amiri
Dialect: Sorani
251
Lengo yar peyda nabê peyda bê wefay nabê
Sed sal xunçe bipşikiwê bê bulbul behar nabê
Çibkem dil girtûyetî be kes tewela nabê

Feslêkî gelêk xoşe nêwan mangî beharan
Kwêstan derazênewe xêl heldekşên bo binaran
Dû şit yekcar zor xoşe bo sêbûrî dildaran
Gerelawjey şewane û helperînî êwaran
Lengo yar peyda nabê peyda bê wefay nabê
Sed sal xunçe bipşikiwê bê bulbul behar nabê
Çibkem dil girtûyetî be kes tewela nabê

Hay gelo
Were dad gelo
Ewe xemî tazem zorin xemî konim çi nîne û
’ezîzekey de dinyayêm çibkem be xeman pêk nayê
Ewe serêke min dêşê û dilêke minî helnayêtewe leber ewê agiran
Yarebî hetîw heyranekey min ewe bêtewe le seferê de gewre û giran
Yarebî xudaye sebir ke nerim ke bêtewe beser qelewerî de leşkiran
Ewe kîjê deygut dwênê êwarê guleyêkî le gulemêrdanda hat û
Darêkî deda le qulêkî be bazin û le baskêkî be xirxal helnayêtewe le deştî şîne tembûryan
Bitrazênim alqey de zirêyan û bikemewe rîşûy qereqoşînan û desran
Hay gelo
Were sergerdanim gelo

Nexoş û derdedarim azar nîye derdî toye
Çarem naken hekîman şîfam be destî toye
Rû le her cêyek dekem tarîfî cwanî toye
Lengo yar peyda nabê peyda bê wefay nabê
Sed sal xunçe bipşikiwê bê bulbul behar nabê
Çibkem dil girtûyetî be kes tewela nabê