
Bigrî lecêy minîş bigrî
Beser yadgarîyekan bigrî
Wek min bo to çende giryam
Toş wekû min bedil bigrî
Bigrî beser ew şeqamey caran minit legelda bû
Bigrî beser ew yadaney tenya minit le dilda bû
Bigrî bo rojanê hergîz carêkî tir nayenewe
Bo ew nîga werîwaney be malî dil nagenewe
Bigrî beser ew wênaney be xendewe demangirtin
Bigrî beser ew xemaney ba amêzêkman emirdin
Bigrî beser temenêkda wekû xewnêk bû têperî
Herçî yadgarî û cwanî bû wek gelay payîz bû helwerî