
Ay le dildarî, ay le dildarî
Axir heta key her çawenwarî
Ay lew jyaney min beserim bird
Le katî lawîm be herzekarî
Roj ta êware, şew ta beyanî
Yarim elawand legel goranî
Le xoşî balay yarî nazdarim
Hatuçom pir bû le kameranî
Tawê be temay namenardin bûm
Tawê çawerwan raspardin bûm
Tawê perêşan bo dîtnî yar
Katêkîş beynî rageyandin bûm
Ay lew namaney edrane destim
Ke wa eynardin yarî çawmestim
Daxî giranim lawî têperî û
Belam êstakeş leser mebestim