
Eger daye be têkoşan le rêy ew xakeda mirdim
Nelêy mergî kurim tûşî pejare û şîwenî kirdim
Debê ew kate serberz bî ke kurd û bawerî berzî
Be serberzî be baweşta berew em rêgeyey birdim
Goranîm bangewaze bangewaze bo yekbûn
Yekbûn le dîlî derçûn
Bo çînî lêkbirawem
Dengibêjêkî çewsawem
Hawarî kipkirawem
Berey tazegeyştûy
Çînî qet lêkbirawem
Çînî qet nehesawem
Bestem nexmey hîwaye
Helbestî xem hîçkatê
Leser zarim dernaye
Bîr û bawer geşawem