
Be umêdê min û to key felek çerxî rewa laçê
Le beyna xofî exyar û le lêwit min bikem maçê
Leber te’sîrî dû lêwit bisûtêt û lepir belkû
Birînî cergî pirxiwênim legel ew merheme daçê
Ke çî ’umrêkî pir’êşe esîrî bendî em derdem
Belam çî çare kem qurban le dil nêjrawe dernaçê
Belam çî çare kem kejal le dil nêjrawe dernaçê
Desa her kes ke hez naka min û to des le gerdin bîn
Felek tîrî le cergî da leqî mîhnet be dilya çê