Hasan Zyafati

Gewre Mebe

By: Hasan Zyafati
Dialect: Sorani
192
Demewê biçme asman lewê bibim be rêgir
Şadîyekit bo bidzim heta ser geş û nemir

Gewre mebe kizey cergim
Gewre mebe
Ta min mabim le minalît weres nabim
Eger weres bûy pêm bilê
Xanûçkey şûşet bo dekem
Eger birsî bûy pêm bilê
Çingolanit pir basûq û gezo dekem
Gewre mebe kizey cergim
Gewre mebe
Ta min mabim le minalît weres nabim

Şew samal bê
Wek to dême ber pencere
Estêrey asman debjêrim
Ke baranîş de’axwê*
Be kirukpît despêrim
Gewre mebe kizey cergim
Gewre mebe
Ta min mabim le minalît weres nabim

Hemû şewê be kejawey
Heqayetî mem û zîn û şê’rî hêmin*
Xom bo xewt be bûk ebem
Ke nûstîşî mor le demî siruşt edem
Gewre mebe kizey cergim
Gewre mebe
Ta min mabim le minalît weres nabim

Hemû şewê şiqarteyêk le minewe
Denk denk dagîrsêne
Tîşk û pirşey çiraxanî lê bistêne
Germugurîy ateşgedey zerdeştîyanî lê bistêne
Gewre mebe kizey cergim
Gewre mebe
Ta min mabim le minalît weres nabim
Honrawe: peşêw
*= ew beşane le honrawey şa’îrda be şêwey "de’axvênî" û "marşak" hatuwe.