
Satê wa helkewt guzarem kewtime malî leylewe
Em diley keylim ke deynaland be tasey meylewe
Şoxî nazdar hat be naz û ’îşwe çawî helbirî
Gerdî xem nîştibû leser sefhey dilî keylim sirî
Destî hêna naye naw destim be xemze û nazewe
Kulmî hêna maçî kem ca pêy witim meygazewe
Çunke carêkî le cêjwan kulmekanîm gestibû
Tirsî ew carem le dilya çunke nexşî bestibû
Bo ewey yarim netirsê takû bête bezmî hal
Bo ewey takû neşêwê şeqlî rûmet, rîzî xal
Zor be espayî demim bird name ser kulmanî lêw
Ew demey destî bizêwim bird û girtim cûte sêw
Gul bizey hatê weder kewtin le min le’lî demî
Çolekey dil çeşnî dîlê kewte dawî perçemî
’eqil û hoşman la nemabû her dû bêhoş pêkewe
Maweyek kem têperî min raperîm zanîm xewe
Her dû ejnom girte baweş ta beyanî ew şewe
Êstekanêş her be tasem gul guzarî bêtewe
Ta le sêber perçemî ew şwane danîşê demê
Bonî xoşî pirçî yarim bom bibête merhemê
Yek dem nebû ew dilbere bêrehme wefa ka
Carêk nebû ew kafre şermê le xuda ka
Heyranin etbiba le ’elacî merezî min
Luqmanî mujanit...*