Jamal Hasan

Min û To

By: Jamal Hasan
Dialect: Sorani
199
Min û to wek xure û hajey rûbarîn
Şiney pakî şemalî gwê kenarîn
Le her cêyek ewîn reşmalî helbida
Lewê sergermî dîdarî beharîn

Min û to lem hewarî serzemîne
Meramman çêj û sermestî û ewîne
Ewîn ger be soz pêwane bikirê
Be qed mewday hemû dinyay berîne
Min û to wek xure û hajey rûbarîn
Şiney pakî şemalî gwê kenarîn
Le her cêyek ewîn reşmalî helbida
Lewê sergermî dîdarî beharîn

Ke ême wek giznigî xoretaw bîn
Berew aso legel yek têkelaw bîn
Be ser karwanî kazîwey şebenga
Îtir boçî leyek perş û bilaw bîn
Min û to wek xure û hajey rûbarîn
Şiney pakî şemalî gwê kenarîn
Le her cêyek ewîn reşmalî helbida
Lewê sergermî dîdarî beharîn