Jamal Hasan

Kalê

By: Jamal Hasan
Dialect: Sorani
162
Were kalê lewetey hem minî mandû rêbwarêkim
Cîhanî xom lê win buwe her deme û rû le şarêkim
Şarî soz û xoşewîstî oqre û dilnewazî şarê
Ta êsta nehatote rêm lêy dabşikênim serxewê

Beharim zerd, xezelwerên, tofe, bahoze, ziryane
Werzî temenî babirdûm hawînêkî bê xermane
Were kalê lewetey hem be dway baweşêka wêlim
Xem û keserî salanî pêşûmî tê becê bêlim

Ewe êsta aso geşe herdûkman le baweş degrê
Be towe şageşke debê û legel min leber to demrê
Were kalê lewetey hem be dway baweşêka wêlim
Xem û keserî salanî pêşûmî tê becê bêlim