

Erê le serî nawe seyzade xirînge mengole
Be lefzî şîrî cwanê gyan bang dekat role
Erê rêbwar û rêbwar azîzim rêm leber naçê
Bo cwabit kirdim cwanê gyan bo tenya maçê
Erê berqela mero seyzade piştiqela rête
Min xemî tome cwanê gyan to xemî kête?
Xetay xom nîye be qur’an dil îştyay lête
Erê rêbwar û rêbwar azîzim rêm beranbere
Du’am lê meke cwanê gyan mangî sefere
Erê bimke şerîkî cwanê gyan sêw û henaran
Yaxuda xira bê cwanê gyan male bedkaran
Pêkewe cût bîn seyzade bo carubaran
Erê rêbwar û rêbwar azîzim rêm leber naçê
Rêbwar û rêbwar azîzim rêm leber naçê
Bo cwabit kirdim cwanê gyan bo tenya maçê
Erê şewqî zêreket cwanê gyan dawye le ejnom
Hêzî laqim nê be qur’an be kwêda boy birom
Erê rêbwar û rêbwar azîzim rêm leber naçê
Rêbwar û rêbwar azîzim rêm leber naçê
Bo cwabit kirdim cwanê gyan bo tenya maçê
Erê her kesêk neybê cwanê gyan dû dost û yarê
Her kesêk neybê cwanê gyan dû dost û yarê
Dême silawit be qur’an sibih û êwarê
Erê rêbwar û rêbwar cwanê gyan rêm beranbere
Rêbwar û rêbwar cwanê gyan rêm beranbere
Du’am lê meke cwanê gyan mangî sefere