
Xorinşînî asoy behar le xwênawî awabûne
Wirde wirde deçête xwar kilpey dwayî le derûne
Delê bûnî ew dunyaye wekû tîşkim detwêtewe
Kam şewqî cwanîy rûy têdaye* wek henasem debrêtewe
Kam behar zor şox û şenge kam awatî dil qeşenge
Kam dunya pir le xoşîye dûr le rengî reşpoşîye
Êwareye dunyay cwanî wekû sawayekî dilpak
Bizey mujdey ser lêwanî arame bo gyanî rûnak
Minîş tenyam le qedpalî* serincim winî asoye
Dilî pirim wek minalê xeyalî wa le şwên toye
Ax toye