
Ax ta key wek mecnûn wêlî herdan bim
Ta key helweday erê barî hîcran bim
Teyrêk bûm beser çilî gul fêr bûm
Kwa fêrî germay naw germesêr bûm
Baqey destegul, zarî û dilgîrîm
Pey pey zyad kird pejarey pîrîm
Şertim ew şerte degel tom kerden
Xo min bazgeşt nîm heta roy mirden
Lêm gerê way lêm gerê textî cwanît wergerê
Xo min desberdarit nîm meger şertim biperê
Wekî le min qewmawe yaxuda le kes neqewmê
Le wilatî mukiryanê kes nê hawarî bermê
Dayk û babî lêw’alê tûren namdenê nermê
Leser ew haleteşda zorî lê dekem şermê
...xem be serim debarê
Helnakey le dêhatê saz be detbeme şarê
Nazanim kê binêrim ta birêkit bika dildarî
Razî nebûy bew kare lêyan kirdî îcbarî
Lêm gerê way lêm gerê textî cwanît wergerê
Xo min desberdarit nîm meger şertim biperê