Chopi Fatah

Wîjdan

By: Chopi Fatah
Dialect: Sorani
171
Ba wîjdanit asûde bê
Eme yekem nisko nîye tûşim debê
Zor carî tir le nakaw becêyan hêştûm
Zor carî tir firmêsk ber çawî lêl kirdûm
Zor carî tir laperey hestyan jakandûm
Zor carî tir guldanî dilyan şikandûm
Ba wîjdanit asûde bê

Talawî zor gilanî tirim noşîwe
Zor carî tir têkşikanî xomim dîwe
Zor carî tir termî hîwam des neyaranim kewtuwe
Zor carî tir, zor carî tir şikomyan pêşil kirduwe
Ba wîjdanit asûde bê

Le to zîz nîm, le xom tûrem
Şîn bo dilsafî xom dekem
Zor carî tir pencey rohim
Be pişkoy ’eşqa çizawe
Keçî her destî bo debem
Ba wîjdanit asûde bê
Eme yekem nisko nîye tûşim debê
Zor carî tir le nakaw becêyan hêştûm
Zor carî tir firmêsk ber çawî lêl kirdûm
Zor carî tir laperey hestyan jakandûm
Zor carî tir guldanî dilyan şikandûm
Ba wîjdanit asûde bê