Chopi Fatah

Rêge

By: Chopi Fatah
Dialect: Sorani
161
To dawat kird eger bikirê le dahatûy jyanim
Hawrêm bî, hawbeş bî le xozge û xewnekanim
Witit gwaye ke xoşhalî hemîşe her lelam bî
Legel minda ta ew katey emewê berdewam bî
Bo to welamî min tenya pirsyare
Gwêm lê bigre azîz zor sade û sakare
Zor sade û sakare
Eger pêt waye amadey
Dilnyay zor ta ew radey
Belênî rast nebê, nadey
Le nîwey rêge la nadey
Ewsa bot heye bêyt û le derga dey
Le derga dey

Legel yektir kirawe bîn
Dû rûbar yek serçawe bîn
Herçî rûyda be her nirxêk
Nebê hergîz şarawe bîn
Be mebestî, be hestî
Be rastî, be pakî, be çakî
Ta hemîşe birawe bîn
Bo to welamî min tenya pirsyare
Gwêm lê bigre azîz zor sade û sakare
Zor sade û sakare
Eger pêt waye amadey
Dilnyay zor ta ew radey
Belênî rast nebê, nadey
Le nîwey rêge la nadey
Ewsa bot heye bêyt û le derga dey
Le derga dey