
Cade çol û sêber bû, kat beyanî
Beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî
Wey emriwanî
Bo sewzayî dewrupşitim, bo asman
Bo şaxî berz, xanûy taze û dinyay cwan
Eroyîştim be espayî, kiş û mat
Laşe sist û dil keylî tase û awat!
Tase û awat
Cade çol û sêber bû, kat beyanî
Beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî
Wey emriwanî
Lepir, nazanim çon serim helbirî
Beramberim bejnê derkewt wek perî!
Legel ewey le ’abawe ala bû
Le dîmenî şîrînî aşkira bû
Aşkira bû
Balaberz û biçkolepê û îskarpîn
Gorewî û pûz: sifit û sipî û awrîşmîn!
Eroyîm û dizey nîgam carcarêk
Le jêr ’abay reşa eydî nazdarêk
Wey nazdarêk
Cade çol û sêber bû, kat beyanî
Beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî
Wey emriwanî