
Qametim le jêr barî xem çemî
Mirdinim ferze le hawser/hawsa kemî
Mirdin xoştire le hawser/hawsa kemî
Mirdin ferze bom taqecarêke
Taney bedkaran gorefşarêke
Taney nakesan gorefşarêke
Çi serniwîştê, çi qismetê bû
Çi bedbextî bext, çi xefetê bû
Çi rojê reş bû, çi sa’etê reş
Ke gonay tom dî wek estêrey geş
Xozgem bew katey kewtime dawit
Esîrit kirdim be zulfî xawit
Esîrit kirdim dey mero lêw’al gyan be zulfî xawit
Swêndim be balay berz û barîkit
Be talî zulfî reş û tarîkit
Ne xew, ne xorak nazanim çîye
Le dûrîy balat aramim nîye
To bît û xuda le min megre qîn
Memrencêne qet, çerx û çaw şîrîn
Cêm bide le naw sîne û memanit
Bimke baxeban baxî gulanit
Mehêle bixinkên ew dû bulbule
Bêre awyan beyn le xwên ew dile
...** min butperistim
Leser to sûre bawer û hestim
Kes tir nîye cige to her toy mebestim
Kes tir nîye cige to dey mero lêw’al gyan her toy mebestim