Kaderwêşî kwêstanê werne ser xyabanê
Be meşmûlyan nûsîwim ey wey le defterî taranê
Ey wey naylone babim naylone
Naylone ay naylone naylonekem herîre
Cergim hemûy let lete ey wey birîndarî sê tîre
Ey wey naylone babim naylone
Kaderwêşî kwêstanê bo min biçne tikaye
Hewar û dad min çî bikem ey wey le des babî leylaye
Ey wey naylone babim naylone
Naylone ay naylone naylonekem herîre
Cergim hemûy let lete ey wey birîndarî sê tîre
Ey wey naylone babim naylone
Kaderwêşî kwêstanê besyetî pelp û behane
Cergim hemûy let lete û ey wey birîndarî debane
Ey wey naylone babim naylone
Naylone ay naylone naylonekem herîre
Cergim hemûy let lete ey wey birîndarî sê tîre
Ey wey naylone babim naylone
Çawit estêrey şewê kulmet dendûkî kewê
Baskim bo bike be serîn nermol be cût xewman lê bikewê
Ey wey naylone babim naylone
Naylone ay naylone naylonekem herîre
Cergim hemûy let lete ey wey birîndarî sê tîre
Ey wey naylone babim naylone
Kaderwêşî: likêkin le ’eşîretî mengur. le cwanîda benawbangin. bekarhênanî em wişeye birêtîye le cwan û çeleng (serçawe ferhengokî goranîyekanî zîrek – dara bêxem).
Nizîk hefta sal pêş mengurekan tenya ’eşîreyek bun ke tenya ” kaderwêş (serok ’eşîre) berpirsyayetî wanî dekird ke nawî ” bapîr axa ” debê. belam lew serdemeda mengurekan 21 beş ya tîren û her beşêk kaderwêşî taybet be xoy heye. belam her kesêk berpirsî yekemî ’eşîre bê her 21 kaderwêş dekewne jêrfermanî wî û debête xawenî nawêkî mezin herweha hukumetî êran bacî salaney xoy lew 21 kaderwêşe werdegrê û karî bewe nye ke kê hejare û kê dewlemend herkam debê bacî xoy bida. (serçawe: malperî rojî kurd).
Sê tîre: 'birtye' yan 'sê tîre' core çekêkî ferensîye ke le serdemî şerî cîhanîy yekem lelayen supay ferensî kelkî lê gîrawe û wek dyare dwatir le kurdistanîş berdest kewtuwe û bew hoyewe ke her care twanrawe sê fîşek le fîşekdanî bi’axênrêt nêwyan nawe sê tîre.