
Ew sere ser boçe daym pir le ’eşqî yar nebê?
Ew dile dil boçe daym ’aciz û xembar nebê?
Dile yaxwa rencero bî sed keret kost kewê
Nayelî satê bisrewm her elêy yarim ewê
Hermê wey wey hermê sîngoley baxî wirmê
Hermê gyane hermê sîngoley baxî wirmê
Dû şemamey ser sîngey nawêrim destyan bermê
Xelqanim zor lê dyare û pêm ’eybe û dekem şermê
Xelqanim zor lê dyare pêm ’eybe destyan bermê
Le kerkûkê berê bûm ’esrê geyştime şeqlawe
Çawî *? memkî şûşey gulawe
Bequrbanî ew dayke bim memkî le zarit nawe
Lûtî darey findiqe hekak neqşî lêydawe
Didan sedefî behrî xewas derîhênawe
Zwanî keley şekire û be qalb darjyawe
Zwan çun keley şekir be qalb darêjyawe
Çawî ’eynî pyaleye û xom çaym تێا lênawe
Sîngî qaqezî sipî xom desxetim lêy dawe
Sîngey qaqezî sipî xom desxetim lêy dawe
Memkî şemamey bêstan taze le siley şanawe
Gerdin kanî heyatî xom demim têy nawe
Hezar qumim lêydawe min tînûyêtîm pêy neşkawe
Hezar qumim lêydawe tînûyêtîm pêy neşkawe
Deçim belay bexdaye xermanim leber baye
Deçim bo lay bexdayê xermanim leber baye
Min boye ew kiçem xoş ewê pir demî merhebaye
Ey hermê wey wey hermê qezat le gyanim nermê
Demit bênye û maçî bikem pêm bilê bo dekey şermê